Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Peywendîyên ligel Amerîka Baştir in, lê Hîn Rêyeke Dirêj Maye


Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro Înê li New York dibêje, peywendîyên bi Amerîka baştir bûne, lê hîn rêyeke dîrêj li pêş wan heye ku têkîlî bigehijin asta normal.

Ruhanî ku jibo tevlîbûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, ligel komeke sernivîsêrên girîng re kom bû.

"Em dikarin tiştên berbiçav û gavên ber bi pêşve destnîşan biki, lê hîn gelek kar jî li ber me mane," Ruhanî got.

Wî rêkeftina navokî ya ligel hêzên cîhanê wek ezmeneke girîng ya cîhkirina atmosfera bawerîyê nav kir.

"Eger em li ser vê rêkê berdewam bikin, hîngê pêş li hevkarîyên xurtir vedibe jiber ku me nîyetqencî di her du alîyan de jî dîtiye, ”Ruhanî dîyar kir.

XS
SM
MD
LG