Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Divê Amerîka li Peymana Navokî Vegere


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî piştî banga Serokê Amerîka Donald Trump, ku li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji welatên cîhanê xwestibû ku Tehranê bi tenê bihêlin, bersîva wî da.

Ruhanî ser Trump gotinên wek ‘’otokrat’’ û ‘’dildarê Nazîyan’’ bikar anî.

Ruhanî, derbarê sîyaseta Trump ya dijî Îranê got ku ‘’teroreke aborî ye’’ û bang li Amerîka kir ku li peymana navokî vegere.

Serokomarê Îranê dîyar kir ku divê Amerîka li gor peymanên navneteweyî yên îmza kirî tevbigere û da zanîn ku Washington bi vekişîna ji peymana navokî prensîbên navneteweyî binpê kirine.

Ruhanî got ku tevî ku Îran li gor peymana navokî tevgerîyaye jî, rêvebirîya Amerîka ‘’sedemên pûç’’ dîtine û bi wan ji peyamê vekişîye.

Wî bang li NY’ê kir ku rê nede ti dewletan ku dijî prensîpên navxweyî tevbigere.

Ruhanî da zanîn ku ew tenê dikarin di çarçoveya Peymana Navokî ya bi Îranê re dikarin bi Amerîka re hevdîtinan pêk bînin û bang li Washingtonê kir ku jinûve li danûstandinên ku berdane vegere.

XS
SM
MD
LG