Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Bang li Amerîka Dike ku Sîyaseta Dijî Îranê Biguherîne


19.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî bang li Amerîka kir ku zexta li ser Tehranê bi dawî bike.

Ruhanî, ku bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, dîyar kir ku Amerîka bo bi zextên li ser Îranê dûrî danûstandinê dikeve.

Wî dîyar kir ku divê Amerîka bala xwe bide ser sîyaseta dîyalogê û da zanîn ku eger Washingtonê guhê xwe bide ser wan ewê atmosfera heyî biguhere.

Girjîya di navbera Amerîka û Îranê de piştî Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyabû jinûve gur bûbû.

Ameîka herî dawî dîyar kiribû ku berpirsa êrîşên dijî navendên petrolê yên Erebista Saudî, Îran e, lê Îranê ew îdia red kiribû.

Ruhanî di preskonferansê de da zanîn ku ti peywendîya wan bi êrîşê re tune.

XS
SM
MD
LG