Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Amerîka Dijî Îranê di Nakokîyê de Ye


Iranian President Hassan Rouhani speaks during

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku Amerîka ser toleyên dijî Tehranê di nakokîyê de ye.

Ruhanî da zanîn ku Serokê Amerîka Donald Trump li pêş bîragiştî dibêje ku ewê toleyên dijî Tehranê mezintir bike, lê rêberên Ewrupî ji wî re didin zanîn ku Trump dixwaze hevdîtinê çêke.

Wî bi bîr xist ku Trump di axaftina li Neteweyên Yekbûyî (NY) de du caran gotiye ku ewê toleyên dijî Tehranê pirtir bikin.

Serokomarê Îranê dîyar kir ku gava ew gotina Trump bi bîra Ewrupîyan dixe, ew nikarin bi awayekî zelal biaxifin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron hewil dide ku di navbera Washington û Tehranê de navbeynkarîyê bike.

Ruhanî dîyar kir ku ew bi awayekî erênî li plana Macron dinêrin.

Li gor plana Macron, Îran dê bernameya xwe ya navokî û Amerîka jî dê toleyên dijî Îranê sînordar bike.

XS
SM
MD
LG