Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Hember Biryara Trump ya Derbarê Golan Banga Hevkarîya Herêmî Dike


Serokê Îranê Hesen Ruhanî ji Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî re got ku divê welatên herêmî dijî biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya naskirina Girên Golan wek beşeke axa Îsraîlê şer bikin.

“Daxwazên rejîma Sîyonîst û kiryarên şewt yên Washingtonê nayên qebûl kirin û hember wan, divê dewletên herêmî hevkarîya xwe nêzîktir bikin,” Ruhanî ji Mehdî re got.

Wî bi berdewamî got ku qewimandinên li dora Girên Golan xeter in û dikarin encamên pir xirab ji ewlehîya herêmî re çêkin.

XS
SM
MD
LG