Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Hêzên Bîyanî bo Ewlekarîya Herêmê Metirsîyê Çêdikin


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî piştî biryara Amerîka ya ser şandina leşkeran bo Erebistana Saudî bertek nîşan da.

Ruhanî dîyar kir ku welatên biyan bo ewlekarîya Welatên Kendavê metirsîyê çêdikin.

‘’Em sînorên kesên din binpê nakin û emê destûrê nedin kesên din ku sînorên me binpê bikin’’ Ruhanî got.

Wî da zanîn ku hêzên biyan yên li herêmê zararê didin bazirganîya petrol û gemîyan.

Serokê Amerîka Donald Trump piştî êrîşên dijî du navendên petrolên yên Erebistana Saudî biryar dabû ku ew leşkaran bişînin wî welatî.

Amerîka û Erebistana Saudî dibêjin ku berpirsê êrîşa dijî navendên petrolê Îran e, lê ew van îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG