Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Îran Rûbirûyê Xirabtirîn Rewşa Aborî ya 40 Salên Borî Ye


Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro Çarşemê got ku welatê wî rûbirûyê rewşa heri xirab ya aborî ya nav 40 salên borî ye û sedema wê jî Amerîka ye.

“Îro em di bin givaştin û toleyên aborî yên heri dijwar yên 40 salên borî ne. Sedema serekî ya pirsgirêkên me givaştinên Amerîka û şoperên wê ne. Divê hikûmeta me û sîstema me ya Îslamî neyê sucdar kirin,” Ruhanî got.

Ruhanî ew gotinên xwe di merasîma ser gora damezrênerê komara îslamî Ayetullah Xumeynî kirin ku wek beşeke pîrozbahîyên salvegera 40’an ya şoreşa 11’ê Şubatê bi rêve diçin.

Serokê Amerîka Donald Trump sala çûyî welatê xwe ji peymana navokî ya navnetewî ya bi Îranê kişandibû û toleyên ser Îranê jinûve danabûn.

Li Îranê karker, ajotvanên qamyonan, cotkar û bazirgan ji di nav de gelek kes bo xwepêşandanan derketibûn kolanan û rewşa çetin ya aborî protesto kiribûn.

Hêjaayî balkişandinê ye ku nirxê dirava Îranî ji di nv mehên dawî de gelek hatiye xwarê û hêza hemwelatîyan ya kirînê jî pir lawaztir bûye.

XS
SM
MD
LG