Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Îran Zêdekirina Uranyumê Didomîne


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku ew uranyuma xwe ji ya berî peymana navokî ya 2015’an zêdetir dikin.

Ruhanî di kanala fermî ya dewletê de da zanîn ku jiber zêdekirina uranyumê zextên li ser wan pirtir bûne lê ew dê karê xwe bidomînin.

Serok Donald Trump, Amerîka ji peymana navokî vekişandibûn û toleyên dijî Îranê jinûve destpÊ kiribûn.

Tevî vekişîna Amerîka jî dewletên rojava û Îranê peyman domandibûn, lê piştî Amerîka, Generalê Îranê Qasim Silêmanî kuşt, Tehranê ragihand ku ewê li gor peymana navokî tevnegere.

XS
SM
MD
LG