Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî bo Merasîma Qurbanîyên Hac'ê Serdana Xwe ya New York Zû Diqedîne


Serokê Îranê Hesen Ruhani ku bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, serdana xwe zûtir diqewdîne û vedigere Îranê ku beşdarê merasîma qurbanîyên li Hac’ê be.

Di bûyera Mekkeyê de 769 kes di îzdîhama dema kevirkirina Îblîs de hatibûn kuştin û 169 ji wan Îranî bûn.

Karbidestên Îranî ragihand ku pirtir jî 300 hemwelatîyan wan hîn jî hinda ne.

Ruhani li ber e vê sebe di bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş bike. Nûnerên Îranê li Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku Ruhanî çend hevdîtinên xwe betal kirine ku bikaribe piştî nîvro vegere welêt.

Hêjayî bîrxistinê ye, Îran Erebîstana Saudî ji bûyera li Mekkeyê berpirs dibîne û rêberê ruhanî Alî Xameneyî do Yekşemê daxwaz ji Saudî kiribû ku lêborîna xwe pêşkêş bike.

Jimareke Îranî jî roja sisêyan e ku li pêş balyozxaneya Saudî ya Tehranê xwepêşandanê dikin.

XS
SM
MD
LG