Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Pesna Rêkeftina Navokî Dide û Daxwaza Pirtir Dîplomasîyê Dike


Serokê Îranê Hesen Ruhanî daxwaza pirtir dîplomasîyê ligel hêzên dinê dike û dibêje, cihanîna peymana navokî ya par nîşan dide ku aqil û nîqaş dikare hember tundî û tûjîyê serfiraztir be.

Ruhanî di axiftina xwe ya roja netewî ya enerjîya nukleerî de got, radîkalbûn jibo wan li her cihekî bêxêr e.

Wî bi berdewamî got pêdivî ye Îran hem ligel dinyayê biaxive û hem jî rêyên li ser linga ravestinê bigere. Ruhanî bi bîr xist ku sûdên peymana navokî ne bêdawî ne.

Ruhanî herwiha got, derfetên peymana navokî dayî wan mayînde û nemir nîn e. Derfet herwekî ewrî derbas dibin Rohanî got.

Şîroveyên Ruhanî çend roj piştî rexneyên general Mihemed Elî Caferî hat ku ew peyman rexne kir û wek belgeyeke ne şerefê bi nav kir.

Li gor vê peymanê, Tehran soz dide ku çalakiyên dewlemendkirina uranyumê kêm bike û teslîmî çavdêran bibe ku hatina vê jî rakirina ambargoya aborî ye.

XS
SM
MD
LG