Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya, Ser Piştgirîya ji Ukrayna re Hişyarî Dide Îsraîlê


Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova

Rûsya îro Sêşemê Îsraîl ser piştgirîya çekan ya bo Ukrayna hişyar kir.

Hişyarîya Rûsya li dû gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên ser alîkarîya leşkerî bo Kîevê hat.

Netanyahu got ku ew ser alîkarîya leşkerî ya bo Ukrayna difikire û ew dikarê di şerê Rûsya û Ukrayna de navbenykarîyê bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova dîyar kir ku ew çekên alîkarî didin Ukrayna dikarin bibin hedefên wan.

‘’Em dibêjin ku divê hemî dewletên alîkarîyê didin fehm bikin ew çek bo hêzên çekdar yên Rûsya hedefên rêwa ne’’ Zakharova got.

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukryana vir ve, ku par destpê kir, Îsraîl li hember Moskowê bi tedbîr tevdigere.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de piştgirî didin Kîevê, lê Îsraîl hewil dide ku bêalî bimîne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG