Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Rûsya û Ukraynayê Wê li Tirkîyê Bicivin


Belarus Russia Ukraine War
Belarus Russia Ukraine War

Ajansên nûçeyan yên Rûsî û Ukraynî ragihand ku endamên komîsyonên mafên mirovan yên her du dewletan dê vê hefteyê li Tirkîyê bicivin.

Çaverê ye karbidestên her du dewletan ser guherîna dîlgirtîyên şer danûstandinê bikin.

Interfax’ê ragihand ku endama komîsyona Rûsyayê Tatiana Moskalkova dê bi hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Lubinets re li forumeke navneteweyî ya Tirkîyê kom bibe.

Moskalkova got ku jixwe ser danûstandinên wan nîqaş çêdibin, lê zêdetir agahî neda.

Ukrinform’ê jî ji zarê Lubinets dîyar kir ku armaca sereke vegerandina şervanên Ukraynî ye.

Şerê Rûsya û Ukraynayê di meha 11’an de ye û her du dewletan herî dawî roja Yekşemê dîlgirtî guherandin.

Danûstandinên aştîyê yên her du dewletan, ku di demên pêş yên cengê de destpê kiribûn, pûç bûn û careke din çênebûn.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ew bo danûstandinan hazir in, lê Ukrayna û hevbendên wê dibêjin Moskow dixwaze danûstandan bike fersend û xwe topa ser hev bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG