Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Em Dikarin Bersîvdana Dersînorkirina Dîplomatên Me ji Hêla Amerîka Bidin


Qizil panda. Britaniya.
Qizil panda. Britaniya.

Şêwirmendê sîyaseta derve yê Kremlînê, Yuri Ushakov îro Înê got ku îhtîmal e Rûsya bersîvdana dersînorkirina 35 dîplomatên wan ji alîyê rêvebirîya Obama ve bide.

Ushakov dîyar kir ku Moskow çaverêya vegerandina du avahîyên wê ya dîplomatîk e ku ji karbidestên Amerîkî jiber kiryarên sixurî dest danabûn ser.

"Em li bendê ne ku mulkê dîplomatîk ya Rûsî ku rêvebirîya berê ya Amerîkî dest danabûn ser, ji me r ewerin vegerandin," Ushakov di preskonferansê de got.

Wî hişyar kir ku ew dikarin di dema pêş de kiryarên tolhilderî li hember Amerîka bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov jî serdana Washingtonê ya vê heftê de ew mijar anîbû pêş karbidestên Amerîkî.

XS
SM
MD
LG