Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Emê Bersîvdana Dersînorkirina Dîplomatên Me ji Hêla Amerîka ve Bidin


Rûsya îro Sêşemê ragihand ku ewê bi heman awayê bersîvdana dersînorkirina dîplomatên Rûsî ji alîyê Amerîka ve û girtina konsulxaneya li bajarê Seattle bide.

Ajansa Reuters ji zarê ajansa nûçeyan ya RIA ragihand ku ner Amerîka, ne jî dewletên din heta niha delîl nîşan nedane ku Rûsya ji jahrkirina sîxurê berê yê Rûsî û qîza wî berpirs e û Moskow amade ye bi heman awayê gavên dijî Amerîka bavêje.

Amerîka roja Duşemê ragihandibû ewê jî tev li biryara welatên Ewrupî ya cezakirina Rûsya bibe û wek bersîvdana êrîşa jahrîn, 60 dîplomatên Rûsî dersînor bike.

XS
SM
MD
LG