Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Pevçûnên Navbera Hêzên Esad û Serhildayên Ser bi Tirkîyê Radiwestîne


Peqînek ji bajarl Babê
Peqînek ji bajarl Babê

Ajansa Reuters ji zarê jêderên xwecihî radigihîne pevçûnên navbera hêzên hikûmeta Sûrî û komên çekdar yên bi pişgtgirîya Tirkîyê li nêzî bajarê Babê li Sûrîyê, bi navbeynkarîya Rûsya hatine sekinandin.

Hêzên her du alîyan ku jibo şerê dijî DAIŞê li herêmê ne, cara yekê do êrîşî hev kiribûn û serhildayan hikûmeta Sûrî bi provokesyên tawanbar kiribûn.

“Hêzên hikûmetê bi tankan ber bi cîhên me dihatin, loma me jî bo hişyarîdanê teqe li wan kiribû, lê rejîmê bi tankê êrîşî me kir,” fermandarekî serhildayan ji ajansê re got.

Heman jêder dîyar kir ku dû re Rûsya ket navberê û rewşa aloz nermtir kir.

Rûsya û Tirkîyê di şerê navxweyî yê Sûrîyê de piştgirîya hêlên dijber kirin, lê di mehên dawî de hevkarî dikin hêzên hikûmetê û serhildayan bînin ba hev û çaresîyeke sîyasî ji kêşeya heyî re bibînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Bab bûye xaleke germ jiber ku xencî çekdarên DAIŞê, hêzên hikûmeta Sûrî, yên Tirkîyê û Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) li wê derê ne û metirsîya pevçûnan xurt e.

XS
SM
MD
LG