Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Rûsî li Enqerê Hate Kuştin, Amerîka Êrîşê Şermezar Dike


Balyozê Rûsya li Enqerê, Andrei Karlov di êrîşeke çekdarî de îro Duşemê li Enqerê ya paytaxta Tirkîyê hate kuştin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsî Maria Zakharova da zanîn ku Karlov jiber birînên xwe yên ji êrîşa çekdarî hate kuştin û ew êrîşê wek kiryareke terorîstî dihesibînin.

Êrîş di pêşengeheke fotografan de pêk hat ku ji alîyê mêvandarîya balyozxaneya Rûsî li Enqerê hatibû organize kirin.

Di dîmênên medya civakî de xuya dibû ku êrîşvan "Allahu Akbar'' diqirî û hêşt gule ji dabança xwe davêje.

"Helebê bîr nekin! Sûrîyê bîr nekin! Kesên ku para wan di qirkirinên li Sûrîyê de hebin, dê hesaba wê yekê bidin," êrîşvan bi berdewamî diqerîya.''

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka John Kirby êrîş şermezar kir û got ku duayên wan bi balyoz Karlov û malbata wî re ye.

XS
SM
MD
LG