Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rûsî jibo Şopandina Agirbestê li Efrînê Ne


Berdevkê YPGê Rûdur Xelîl bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku li gor paymana navbera wan û Rûsya, leşkerên Rûsî li bajarokê Ciîndirêsê ya Kantona Efrînê hatine cîh kirin.

Xelîl da zanîn ku ev peyman di çarçoveya şerê dijî terorê de hatye îmza kirin û hêzên Rûsî dê şervanên wan perwerde bikin.

“Ligel Rûsya peywendîyên me yên rastexwe hene û ev peymana gaveke erênî ye ku li hember terorîzmê hatiye avêtin.”

Xelîl bal kişand ku pişti hêzên wan hêza xwe li hember terorîzmê îsbat kir, gelek hêzên cîhanê dixwazin bi wan re hevkarî bikin.

XS
SM
MD
LG