Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ketina Firoka Wê Ne Kiryareke Terorîstî Ye


Karbidestên Rûsî îro Duşemê radigihînin ku heta niha gumana êrîşeke terorîstî di ketina firoka wan ya leşkerî de tuneye.

Do Yekşemê balafireke leşkerî ya Rûsî li ser Behra Reş ketibû û tevî pîlotan, 92 kesên di balafirê de jîyana xwe ji dest dabûn. ''Teror ne gumana li pêş e,'' berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov li ser ketina balafirê got.

Wezîrê Veguhastinê yê Rûsya Maxim Sokolov jî dîyar kir ku firoka yan jiber şaşîtîya pîlot, yan jî jiber arîşeyeke teknîkî ketiye.

Li gorî karbidestên Rûsî herçiqas gumana êrîşeke terorî qels e jî, Komîteya Vekolana Taybet ya Rûsya hîn sebeba ketina balafirê eşkere nekiriye.

Li nav balafirê, ku ji Soçîyê di hewayeke xweş de rabûye û du deqîqe şûnde ketiye, bi dehan endamên Koroya Alexandrov ku li cîhanê wek Koroya Artêşa Sor tê zanîn, hebûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku firoka ketî ber bi Lazqîye ya Sûrîyê diçû û koroyê dikira li wir di sersalê de konsereke taybet jibo leşkerên Rûs li dar xista.

XS
SM
MD
LG