Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Firokên Rûsî li Herêma Îdlibê Êrîşên Nû li Dar Dixin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê dîdevanên li Îdlibê û jêderên rikeberîyê ragihand ku firokên Rûsî herêmê jinûve bombebaran dikin.

Di nûçeyê de hat gotin ku firokên Rûs êrîş birine ser Xan El Subl û Masran yên li başûrê Îdlibê.

Jiber êrîşên Rûsya û hêzên hikûmeta Sûrîyê, di hefteyên dawî de bi sed hezaran kes ji Îdlibê derketibûn.

Rûsya û hêzên hikûmeta Sûrîyê di ser peymana bi Tirkîyê re êrîşên li herêma Îdlibê roja Yekşemê rawestandibûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) radigihîne ku bi kêmî ve 300,000 sîvîl ji Îdlibê derketine û metirsîya li herêmê ji berê pirtir dibe.

XS
SM
MD
LG