Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Pirtir Firokan ji Sûrîyê Dikşîne, Kerry jî Diçe Moskow


Di merasîmê de leşkerên Rûsî ji Sûrîyê têne virê kirin
Di merasîmê de leşkerên Rûsî ji Sûrîyê têne virê kirin

Wezareta Berevanî ya Rûsya radigihîne ku pirtir firokên wê îro Çarşemê ji Sûrîyê derketin, vegerîn welêt û paşvekişîna hêzên wê hîn berdewam e.

Hevdem, danûstandinên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî li Cenevrê didomin ku hêvîyên rêbazên sîyasî xurtir dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî plan dike ku hefteya pêş here Moskow û li ser çareserîyeke sîyasî li Sûrîyê bi Serokê Rûsî Vladimir Putin re bicive.

Kerry got, ewê ligel Putin û Wezîrê Derve Sergei Lavrov bipeyîve ku çawa prosesa aştîyê li Sûrîyê bê xurt kirin û çareserîyeke sîyasî ji krîza heyî re bê dîtin.

Firokên pêşîn yên Rûsî do Sêşemê bi pêşwezîya germ ya girseyan dest bi vegerîna welêt kiribûn.

Putin roja Yekşemê ragihandibû ku armanca hebûna hêzên wan yên leşkerî li Sûrîyê bi cîh hatin û darbeke mezin li grubên terorîst hatine xistin.

XS
SM
MD
LG