Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Hişyarîya Amerîka ya ji Sûrîyê re Nayê Qebûl Kirin


Rûsya îro Sêşemê hişyarîya Amerîka ya ji serokê Sûrî Beşar Esad re red dike ku gotibû “hesaba karanîna çekên kîmyayî wê giran be”.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov herwiha ragihandina Amerîka bi tundî red kir ku rêvebirîya Şamê hazirîya êrîşeke nû ya kîmyayî dike.

"Ez ne agahdar im ku gef li ser karanîna çekên kîmyayî li Sûrîyê hene. Bêguman, em gefên hember rêbertîya rêwa ya Komara Erebî ya Sûrîyê qebûl nakin, Peskov li Moskowê got.

Amerîka, Duşemê hikûmeta Sûrîyê jiber amadekarîya êrîşeke kîmyayî hişyar kiribû û dîyar kiribû ku ger êrîş pêk were, Serokê Sûrîyê Beşar Esad û artêşa wî de ‘’bedeleke mezin’’ bidin.

Qesra Sipî dabû zanîn ku hikûmeta Sûrîyê, xwe jibo êrîşeke kîmyayî ya wek ku di 4’ê Nîsanê de li dar xist amade dike.

Serokê Amerîka Donald Trump piştî wê erîşê, li dijî bingeheke esmanî ya Sûrîyê fermana êrîşa muşekî dabû û LI Bingeha Esmanî ya Şayratê xistibû.

XS
SM
MD
LG