Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Di Nav 7 Rojên Borî de Me û Sûrîyê Êrîşên Esmanî li Ser Helebê Nekirine


Firokên Rûsî li bingeha Hmeymim ya li Sûrîyê

Rûsya îro Sêşemê radigihîne ku ti firokên wê yan yên Sûrî, di nav heft rojên borî de li bakurê Helebê êrîşên esmanê pêk neanîne.

Berdevkê artêşa Rûsî Igor Konashenkov got ku ne firokên Rûsî, ne jî yên Sûrî, di nav hefteya derbazbûyî de nêzîkî Helebê nebûne da ku bihêlin kesên sîvîl û çekdarên serhilda bikaribin ji bajêr derkevin.

Konashenkov da zanîn ku jibo kesên ku dixwazin bajêr biterkînîn, şeş derbazgehên mirovahî li rojhilata Helebê vekirî hatine hêştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku êrîşên esmanî yekser piştî dawîbûna navberdana mirovahî destpê kiribûn.

Rûsya û Sûrîyê serhildayan tawanbar kiribûn ku rê nedane gelê sîvîl ji rojhilata Helebê derkevin, lê rêberên serhilda jî gotibû ku sîvîl jiber ku bawerîya rejîma Esad nakin, naxwazin ji Helebê derkevin.

XS
SM
MD
LG