Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Operasyoneke Mezin Hember Îdlib û Humsê li Sûrîyê Radigihîne


Firokeke Rûsî li Sûrîyê
Firokeke Rûsî li Sûrîyê

Rûsya îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê yên esmanî dest bi operasyoneke mezin li Îdlib û Hums li Sûrîyê kir.

Wezareta berevanî got ku di operasyonê de firokên ceng yên ji keştîya firokhilgir Amîral Kuznetsov, ku hefteya borî bi çend gemîyên din giheştibû Derya Sipî, jî cîh digirin.

Medya Rûsî ragihand ku armanca êrîşên îro çekdarên DAIŞê û yên Nusra ne.

Êrîşên Rûsî di vê rojê de tên ku bizavkarên Sûrî destpêkirina êrîşên esmanî li rojhilata Helebê jî radigihînin.

XS
SM
MD
LG