Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Êrîşên Bembeyî li Sûrîyê Şermezar Dike


Rûsya îro Duşemê rêze bombeyên, ku bûye sedema gelek mirinan li Sûrîyê, mehkûm kir û got armanca wan êrişan astengkirina hevildanên aştîyê ne.

Wezareta Derve ya Rûsî got pêwîst e ku civaka navnetewî bersîveke têr û tijî bide êrîşa terorîstî ya ku Devleta Îslamî (DAIŞ) daye ser xwe.

Çend bombeyên roja Yekşemê li Şamê peqîn û bi kêmî ve 83 kes kuştin û herwiha li Humsê jî 59 kuştin.

Rûsya û Amerîka hewil didin ku opozîsyona kêşeya Sûrî qane bikin da ku pêşnîyara agirbestke nû qebûl bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got “pêkhatineke demane” li gel Rûsyayê hatiye tekez kirin û dikare di nav çend rojan destpê bike.

Kerry ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov axifî û wezareta Rûsî jî got her du hêz li ser parametreyên agirbestê hevbîr bûne. Lê, heta niha detayên vê planê nehatiye eşkere kirin.

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê, Staffan de Mistura jî bombeyên Yekşemê şermezar kirin.

Wî di sere vê mehê de, di giftûgoyên aşitîyê di navbera hikûmeta Sûrî û grubên opozîsyonê de, hêvîya pêkhatina danûstandinên dîyar kiribû, lê roja Înê gotibû ku cîhanîna wê îhtîmalê êdî ne realîst e.

XS
SM
MD
LG