Lînkên eksesibilîtî

Rûsya Dixwaze Heta Dawîya Salê Hêzên Xwe li Sûrîyê Kêmtir Bike


Generalê Rûsî Valery Gerasimov îro ragihand ku reng e hejmara hêzên Rûsî li Sûrîyê, bi awayekî berbiçav dê were kêm kirin û ew yek dikare berî dawîbûna salê destpê bike.

"Berî ku armancên leşkerî bi cîh werin, tenê tiştên pir hindik mane ku bêne kirin. Lê, bêguman serfermandarê giştî biryareke bide û hejmara hêzên heyî dê kêm be," Gerasimov li bajarê Soçî ji nûçegîhanan re got.

Wî da zanîn ku piştî kêmkirina hêzên Rûsî jî, du bingehên leşkerî yên Rûsî li Sûrîyê û navenda çavdêrîya agirbestê li wî welatî bimînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştgirîya Rûsya ya jibo Serokê Sûrî, Beşar Esad, taybetî jî êrîşên esmanî di têkbirina çekdarên DAIŞ’ê û yên dijberên Esad de pir karîger bûn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG