Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Rûsî de 3 Leşkerên Tirk, bi Çewtî Hatin Kuştin


Firokên Rûsî li Sûrîyê
Firokên Rûsî li Sûrîyê

Artêşa Tirkîyê ragihand ku 3 leşkerên wê di êrîşeke esmanî ya Rûsî de, bi çewtî li nêzîkî bajarê Bab'ê ya Sûrî hatin kuştin, 11 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ajansa Tass ya Rûsî jî ragihand ku Serokê Rûsî Vladimir Putin bi telefonê ligel serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan peyîvî û "jibo rûdana trajîk ku leşkerên Tirk kuştin, sersaxî ji wî re xwest.”

Daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Rûsî jî ragihand ku dema lêdana bêmebest çêbû, jetên ceng yên Rûsî çeperên DAIŞ'ê yên wê herêmê bomberan dikirin.

Daxuyanî bi berdewamî da zanîn ku Serokerkanê Rûsî General Valery Gerasimov, jiber êrîşa wan ya bêmebest, sersaxî ji hevtayê xwe yê Tirk General Hulusi Akar re xwest.

“Gerasimov û Akar qayil bûn ku kordîsyana kiryarên hevbeş nêzîktir bikin û derheqa rewşa ser erdê agahî bidin hevdû,” daxuyanîya Rûsî got.

XS
SM
MD
LG