Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya, Tirkîye û Îran Derbarê Sûrîyê Sibe li Moskow Dicivin


Ajansa Reuters jiê karbidestên Rûsî radigihîne ku wezîrên derve û berevanî yên Rûsya, Îran û Tirkîyê wê sibe Sêşemê li Moskowê bicivin ku rewşa Sûrîyê bajarê Helebî gotûbêj bikin.

Karbidestekî Tirk ji Reuters re got ku armanca civînê ew e ku her sê alî hevdu guhar bikin û bizanin di kêşeya Sûrî de li ku disekinin. Heman jêder got ew cîvîn derfet e ku hemî alîyên beşdar nêrînên alîyên din bibîhîsin.

Rûsya, Îran û Tirkîyê sê aktorên girîng li Sûrîyê ne. Du welatên pêşîn piştgirîya hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esad dikin, lê Tirkîye dixwaze Esad ji desthilatê were ladan.

Reuters bi bîr tîne ku girîngîya pêşîn ya Tirjkîyê ew e ku nehêle Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li seranser sînorê wê, herêmên nû nexe bin kontrola xwe.

Wezareta Berevanî ya Rûsî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku armanca civîna Sêşemê çareserîyeke sîyasî ji kêşeya Sûrîyê re ye.

XS
SM
MD
LG