Lînkên eksesibilîtî

Nîqaşên Ser Kombûna Kurê Serok Trump û Parêzera Rûs Didomin


Natalia Veselnitskaya

Nîqaşên ser hevdîtina kurê Serokê Amerîka Donald Trump, Donald Trump Jr û parêzera Rûs Natalia Veselnitskaya, ku dema hilbijartina seroktîya kom bûbûn, didomin. Donald Trump Jr berevanîya hevdîtina xwe kir.

Kremlînê dîyar kir ku wan hay ji hevdîtina parêzera Rûs û berpirsên kampeyna Donald Trump tune. Medya Amerîka ragihandibû ku ew parêzera Rûs ya hevdîtin pê re hatîye kirin, derbarê berbijêra Demokrat Hillary Clinton, xwedîyê hin agahîyên ku zararê didine ye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov da zanîn ku ew Natila Veselnitskaya nas nakin û ne pêkan e ku ew hemî hevdîtinên navneteweyî yên parêzerên Rûs bişopînin.

Kurê Serok Trump, Donald Trump Jr, roja Yekşemê got ku ew hema li dû berbijêrîya Trump dîyar bûye bi parêzera Rûs re civîyaye. Trump herwiha da zanîn ku, zavayê Serok Trump, Jared Kushner û Paul Manafort yê ku piştre bû berpirsê kempeynê jî beşdarî civînê bûnê.

Li gor nûçeyan, Veselntiskaya, ji kurê Serok Trump, Donald Trump Jr re dibêje ku ew dê hin agahîyên ku dikare zararê bide berbijêra Demokrat Hillary Clinton, bide wî. Lê Donald Trump Jr dide zanîn ku Veselnitskaya ti agahîyên têr û tije nedane wî.

Donald Trump Jr dibêje ku bavê wî hay ji wê kombûnê tune. New York Times, ser vê mijarê cara yekê pêr Şemîyê nûçeyek weşand.

Li gor medya Amerîkî, karbidestên kempeyna Trump dema bi Natalia Veselnitskaya re civîyan cara yekê bi Rûsan re kom bûn. Donald Trump di meha Mijdarê de li dijî Hillary Clinton bi ser ketibû.

Rojnameyê dîyar kir ku wan agahîya hevdîtinê ji sê şêwirmendên Qesra Sipî û du karbidestên payabilind girtîye.

Îdiayên ser maytekirina Rûsya ya di hilbijartina Amerîka bi mehan e didomin. Îstixbarata Amerîkî dîyar dike ku agahîyên ku zarar dane Clinton kiriye ku Trump di hilbijartinê de bi ser keve. Îstixbarat dide zanîn ku ew xebat ji alîyê Serokomarê Rûsya Vladimir Putin ve hatine meşandin lê wî di hevdîtina li G20 ya Hamburga Almanya ew îdia red kirin.

XS
SM
MD
LG