Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîya Navbera Rûsya û Brîtanya Kûr Dibe, Moskow Dîplomatên Brîtanî Dersînor Dike


Ajansa Reuters radigihîne ku li ber e Rûsya jimareke dîplomatên Brîtanî dersînor bike, piştî ku Serokwezîra Brîtanî Theresa May biryar dabû ku 23 dîplomatên Rûsî ji welêt derxîne.

Xanim May ew biryar girêdayî bûyera jahrkirina sixurekî berê yê Rûsî dabû ku hikûmeta Brîtanî jiber wê êrîşê Rûsya tawanbar kiribû.

May gotibû ku sixurên Rûsî di bin rûberka dîplomasî de dixebitîn û yek hefte dem dabû wan ku ji Brîtanya derkevin.

Rûsya înkar dike ku peywendîya wê di bûyerê jahrkirinê de heye û Brîtyanya tawanbar dike ku ew êrîû bi zanabûn pêk anîye ku Moskowê tawanbar bike.

Hîjayî balkişandinê ye ku cara yekê piştî Şerê Cîhanê yê Duyê, êrîşeke wanî li hindurê axa Brîtanya çêdibe û ew êrîş peywendîyên van her du alîyan anîye asteke pir nizim.

XS
SM
MD
LG