Endamên NATO dest bi bicihanîna modeleke berevaniya esmanî li Lîtvanya kirine, weke bersivekê jibo daxwazên welatên Baltîk ku bi armanca bihêzkirina şiyanên berevaniyê yên Ewropî li herêmê, ev jî bi pêngavekê ku mûşekên NATO li ciyekî herîk nêzîk sinorê Rûsyayê werin danîn.
Kovara Amerîkî "Newsweek" roja Înê ragihand ku wezîrê berevaniya Lîtvanya Arvydas Anusauskas got ku ev model dê dawiya vê salê li welatê wî dest bi kar bike.
Di lûtkeya NATO'ê de havîna borî li Vilnius, welatên NATO li hev kirin ku sîstemeke nobedarî ava bikin ku tê de welatên hevpeyman dê sîstemên berevanîya esmanî li welatên Baltîkê ji bo demekî bi cîh bikin.
Anouskas, welat ku dê beşdarî gera yekem ya bicihkirina berevaniya esmanî ya ku dê li Lîtvanya pêk were bi nav nekirin, lê wî diyar kir ku ew pêdvî pêkhatine ji "sîstema mûşekên erd-esamn yên Patriot dihewîne", û da zanîn ku ew ê ji aliyê "Hevalbendekê Ewropa, ne Amerîka," pêk were.
Li gorî Newsweek, Lîtvanya, Letonya (Lativya) û Estonya welatên NATO yên herî zêde daxwaz dikin ku bloka rojavayî ji êrîşeke çaverêkirî ya Rûsyayê re li herêmê amade be.
Kremlîn meha borî welatên Rojavayî hişyar kirbûn eger ku niyeta wan ya hinartina hêzan heye bo Ukrayna û ew welat bi "dirêjkirina şer" li Ukraynayê bi bi rêya xurtkirina şiyanên leşkerî tawanbar kirin.
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba hişyarî dabû welatên rojava ji kêmbûna alîkariyên tên pêşkêş kirin û tekez kiribû got "radestkirina rêkûpêk ya alavên leşkerî dê rê li ber berfirehbûna şer li derveyî Ukraynayê bigire."
Wî di serdana xwe ya Vilnius de, roja Înê, got ku "stratejiya ku li ser bingeha hinartina alîkariyê bi trênê ji Ukraynayê re êdî nema bi bandor be."
Wî piştî hevdîtina bi hevîşeyên xwe yên Fransa, Lîtvanya, Letonya û Estonya re wiha got: "Eger rewş wiha bidome, li dawiyê ev ji bo me hemûyan ne baş be."
Jêder:Newsweek/Alhurra