Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Leşkerê Amerîkî û Rûs Dê Ser Pirsgirêkên Sûriyê Bicivin


Gennady Gatilov Cêgirê wezîrê derve yê Rûsiya

Ajansa Intefax li gur wezareta derve ya Rûsî ragihand ku, roja Înê 19î sibatê, berpirsên leşkerê Rûsiya û Amerîka jibo cara yekê dê liser pirsa agirbesta li Sûriyê bicivin.

Gennady Gatilov, cîgirê Wezîrê derve yê Rûsiya da zanîn ku, pirsa avakirina herêmeke bêfirîn di nav axa Sûriyê de ne mumkine, eger li gur razîbûna Sûriyê û Netewên Yekgirtî nebe.

Gatilov herweiha got, peymana Munichê ya çareseriya aştiyane li Sûriyê, ketiye di rojevê de û hatiye praktîze kirin.

Lê dema ji Gatilov hat pirsîn ka, hûn jibo pêşniyara Almaniya ya avakirina herêmeke bi ewle û bêfirîn li Sûriyê çi dibêjin? Gatilov got, ne mumkine biryarek weha bê stendin bê razîbûna Sûriyê, Civata Ewlekariyê û Netewên Yekgirtî.

Wek tê zanîn îro roja Çarşemê Yalcîn Akdogan cêgirê serok wezîrên Tirkiyê jî, daxwaza herêmek bêfirîn li Sûriyê kir bû, dabû zanîn ku, divê bajarê Ezaz jî bikeve nava herêma bêfirîn û berfirehiya herêmê divê 10km be di nav axa Sûriyê de.

Heta niha ev daxwaz bi şêweke eşkere ji aliyê Almaniya û Tirkiyê de hatiye kirin, lê Sûriya, Rûsiya û Îran bi tundî, li dij vê pêşniyarê ne.

XS
SM
MD
LG