Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Plana Amerîka û Rûsya Ser Agirbesta li Sûriyê


Du çavkaniyên dîplomsî yên Rojavayî, roja Duşemê xuya kir ku pêşnivîsa plana Amerîkî û Rûsî hatiye ragihandin û daxwaz tê kirin ku 27 Sibatê dê şer di nava hemû grubên şerker de li Sûriyê bê rawistandin, lê şerê dijî çekdarên DAIŞ û El-Nusra dê berdewam be.

Her du çavkaniyên Rojavayî, ku nexwestin navê wan bên eşkere kirin, bo kanalê Al Jazeera ragihand ku li gor reşnvîsa plana agirbestê, heta êvarîya 26ê Sibatê hemû aliyên dijber li Sûriyê pêgiriyê bi agirbestê bikin û şer bê rawistandin.

Yek ji çavkaniyan tekez li ser dema agirbestê dike û dibêje 27ê Sibatê li gor pêşwext plana her du welatên zilhêz (xurt) divê agirbest bi encam bibe.

XS
SM
MD
LG