Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin: Putin û Sîsî Jibo Şerî li Dij Terora Daişê Hemfikrin


Kremlin di daxuneya xwe de ku, îro roja Dûşemê 7î Adarê hatiye weşandin, dide zanîn ku, serokê Rûsiya Wladimer Putin û Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî, bi riya telefonê bi hev re axivîn e.

Weke ajansa Reuters li gur daxuayaniya Kremlin radigehîne, di wê têkiliya telefonî de, herdû serokan tekez liser şerê li dij terora Daişê kirin e.

Putin û Sîsî lihevhatine ku, şerê li dij terorê li Lîbya û Yemenê di hevkariyek xurt de be, herweha herdu serokan gotûbêj derheqa agirbesta li Sûriyê encam dane, serokê Rûsiya Wladimer Putin daye xuyakirin ku, agirbesta li Sûriyê gelek giringe û rawestandina şer li Sûriyê bilind nirxandiye.

XS
SM
MD
LG