Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya ji Serhildayên Sûrî Daxwaz Dike Heta Êvariya Înê ji Helebê Derkevin


Russia Putin

Rûsya roja çarşemê daxwz ji çekdarên opzisyona Sûrî kirin yên ku li bajarê Helebê dimînin, heta êvariya roja Înê ji bajar derkevin, herweha dide zanîn ku dê êrişên esmanî li dij armancan li Helebê bide destpê kirin.

Wezareta berevaniya Rûsî dibêje ewê rê bidin çekdarên opozisyona Sûrî yên di nava bajarê Helebê de hene, di navbera seat 9:00 heta 19:00 tevî çekên xwe ji bajar derkevin.

Wezareta berevaniya Rûsî dîsan dibêje wan 6 korîdor jibo derketina xelkê sivîl û birîndaran destnîşan kirine daku, bikatin tê de derbas bibin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin ferman dabû daku êrîşên esmanî li dij çekdarên şîdetkar li Helbeê rawestîne, da ku sivîl nehên kuştin, wek hatibû ragihandin ku leşkerê Sûrî dê ji du delîvan xwe vekêşe da ku, çekdarên serhildêr xwe ji Helebê vekêşin.

Wek tê zanîn ku hêzên esmanî yên Rûsî, ji 18 meha borî heta niha êrîşên xwe yên ser Helebê dabûn rawestindan jiber ku welatên rojavayî Rûsya rexne dikir jiber êrîşên esmanî yên Rûsî ku dihat gotin di wan êrîşan de gelek sivîl dihatin kuştin.

XS
SM
MD
LG