Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandan li Dijî Encamên Dengdana Rûsyayê Didomin


Xwepêşandana Moskow.

Xwepêşandan li dijî encamên hilbijartina parlemanî ya Rûsyayê berdewam in.

Bi hezaran xwepêşander roja Yekşemê li Moskow ya paytext û bajarê St. Petersburg xwepêşandan kirin, herçende rewşa seqayê pir xirab bû.

Nêzîkî çar hezar piştevanên Partîya Komûnist li pêş dîwarin Kremlinê xwepêşandan kirin û daxwaza dubre hejmartina dengan û dest ji desthilat berdana hikûmetê kirin.

Bêzarî hemberî partîya Rûsya ya Yekgirtî û Serokwezîr Vladimir Putin zêde dibe, ku bo demê 10 salan e siyaseta Rûsyayê kontrol dikin.

Li dengdana roja 4ê vê mehê, partîya Rûsya ya Yekgirtî piraniya dengan bi dest xist.

XS
SM
MD
LG