Artêşa Ukrayna û karbidestên xwecihî roja Yekşemê ragihand ku Rûsyayê bi şev bi gelek mûşek û dronan êrîş birine heremên bakur û rojhilatê Ukrayna ku herî kêm 29 kes birîndar bûne.
Hêza esmanî ya Ukraynayê dîyar kir ku, Rûsyayê di êrîşan de herêmên enîya Chernihiv, Sumy, Kharkiv û Donetsk kirine armanc.
Hêzê got ku Rûsyayê bi mûşekeke balistîk ya Îskander-M, mûşekeke Kruzê ya Îskander-K, 6 mûşekên esmanî yên rênîşander û 9 dron avêtine.
"Piranîya mûşekan negihîştine armancên xwe" û jimareke mûşek, 8 dron ji hêla sîstemên berevanîya esmanî yên Ukrayna ve hatin têkbirin," Hêza esmanî got.
Rûsya heremên sînorî yên Ukraynayê bi êrîşên bênavber dike armanc, dema ku Kîevê jî bi tevgerek nişka ve ji di destpêka vê mehê ve ketiye nav herêma Kursk ya Rûsyayê, bi armanca astengkirina kanîna Moskoyê jibo pêkanîna êrîşan.
Karbidestên xwecihî ragihandin ku di êrîşa ser herêma bakurê Sumy kesek hatiye kuştin û 16 kesên din birîndar bûne, ku 3 ji wan zarok in.
Walîyê herêma Kharkiv Oleh Sinehubov got ku di êrîşên Rûsî de herî kêm 13 kes birîndar bûne ku di nav wan de zarokek 4 salî jî heye.
Şaredarê bajarê Kharkiv Ihor Terekhov jî got ku li bajêr borîyeke gazê xira bûye û herî kêm 2 xanî hilweşîyane û 10 jî zarar dîtine.
Rûsyayê heya niha liser van daxuyanîyên Ukranyayê tiştek negotiye.
Herdu alî jî armanckirina sivîlan red dikin, di şerê ku Rûsyayê bi êrîşeke berfîreh li ser Ukraynayê di Sibata 2022 de da destpê kirin.
Jêder: Reuters