Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya 153 Kes Ji ber Vîrusa Koronayê di Rojekê de Dimrin


Rûsya îro Yekşemê ragihand ku 153 kes di 24 demjimêrên dawî de jiyana xwe ji dest dan bi sedema vîrusa koronayê.

Ev hejmar ya herî bilind e ku di rojekê de li Rûsya ta niha tê tomarkirin.

Navenda Rûsya ya bersivdana kirîzan ev hejmar ragihandin û got ku 3541 kesan ta niha jiyana xwe ji dest dane.

Wê her wiha got ku 8,599 keysên nû hatine tomarkirin û hejmara giştî ya tuşbûyan bûye 344,481 kes.

Tê zanîn ku vîrusa koronayê li welatan kêm bûye û hinekên din, di nav de jî Rûsya bêhtir belav bûye.

XS
SM
MD
LG