Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya Hilbijartinên Serokatiyê Birêve Diçin


Serokê Rûsya Vladimir Putin dengê xwe da di hilbijartinên îro Yekşemê yên serokatiya welêt de, ku hewil dide bo cara çarem bibe serok.

Putin piştrast e ku ewê di van hilbijartina de biserkeve, ji ber wilo bêxemiya dengdaran berfereh e.

Desthilatdaran pereyên pir xerc kirin ji bo ku serok şansekî xurt hebe bo şeş salên din bimîne serok.​

Derdora 145 hezar kes çavdêriya van hilbijartinan dikin di welatê herî mezin di cîhanê de, di nav de jî 1,500 kesên biyanî û niwênerên tevgera siyasî ya serkirdeyê opozisyonê Alexei Navalny.

Navalny bi xwe hatiye qedexekirin di van hilbijartinan de.

Putin rastî jimarek astengî dibe, lê tiştekî rijd nîne li pêş wî raweste.

XS
SM
MD
LG