Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Interfax: FSB Hewildanên Kuştina Du Rojnamevanên Rûsî Pûç Kirin


Navenda FSB li Moskoyê
Navenda FSB li Moskoyê

Ajansa nûçeyan a Interfax ragihand ku xizmeta ewlekarî ya Rûsyayê(FSB) roja Şemiyê gotiye wê planên ku ji aliyê Ukrayna ve dihatin piştgirîkirin ji bo kuştina du rojnamevanên navdar ên rûsî pûç kirin.

FSB got ku wê roja Înê hejmareke nediyar binçav kirin ku wan got lêgerîn li nêzîkî mal û cihên kar yên Margarita Simonyan û Ksenia Sobchak kirine.

Ti şîroveyeke tavilê ji Ukrayna tune bû, ku berê beşdarbûna xwe di kuştinên kesayetiyên alîgirên şer de li hundurê Rusya red kir.

Interfax li ser zarê FSB ragihand ku girtî li xwe mikur hatine ku li ser navê Ukrayna êrîş li ser her du jinan amade kirine û ji bo her yekê 1,5 mîlyon ruble (16,620 dolar) xelat ji wan re hatiye dayîn.

Simonyan, seroka dezgeha ragihandinê ya dewletê RT û piştevana şerê Rûsyayê li Ukraynayê, li ser Telegramê peyamek li ser plana îdiakirî belav kir û ji dezgehên ewlehiyê xwest ku "Birano, li ser xebatê berdewam bin!" Sobchak rojnamevan û mêvandara televîzyonê ya navdar e ku di sala 2018an de jî bû berendama seroktiyê.

Du kesayetiyên rûsî yên navdar ên alîgirê şer, rojnamevan Darya Dugina û bloggerê leşkerî Vladlen Tatarsky, sala borî di êrîşên bombeyî yên li hundurê Rûsyayê de hatin kuştin. Rûsya Ukrayna bi kuştina wan tometbar kir, lê Kîev ev yek red kir û ew wek belgeyên şerê navxweyî yê Rûsyayê nîşan da.

Di Gulanê de, nivîskarekî navdar ê neteweperest yê rûsî, Zakhar Prilepin, di encama teqîna otomobîleke bombekirî de birîndar bû û ajokarê hate kuştin.

Vekoleran got ku gumanbarek hatiye binçavkirin û li xwe mikur hatiye ku li ser navê Ukraynayê tevdigere.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG