Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Dijî Kremlin li Rûsya bo Hefteya Çaran Berdewam in


Bi hezaran kes li bajarê Khabarovsk ê rojhilatê Rûsya tevlî xwepêşandanên dijî serokê Rûsya Vladimir Putin dibin li dor danûstandina wî ya bi kirîzên siyasî yên xwecihî re.

Rûniştvanên Khabarovsk ne razî ne ji girtina hakimê navçeyê Sergei Furgal bi tawana kuştinê ya ku ew red dike.

Girtina wî ya ku piştgirên wî dibêjin bi mebestên siyasî ye, bû sedema xwepêşandanên li dirêjiya çend hefteyan û bûne cihê serêşiyê ji bo Kremlina ku hewl dide dakettina tund a dahatan, wek encama belavbûna virusa korona, vehewîne.

Xwepêşanderan durişmên wek “Azadî” û “Rûsya bê Putin”û her wiha” Putin, dest ji kar berde” hildan.

Desthilatdarên bajêr texmîn kirin ku dora 3,500 kes tevlî xwepêşandanan bûn. Hin raportên medyayî yên xwecihî dibêjin hejmar 10,000 kes bû, lê ji hefteya borî kêmtir bû.

Alîgirên Furgal, ê ku endamê partiya netewperest LDPR e, dibêjin ew hatiye cezakirin ji ber ku wî kandîdekî partiya Rûsya Yekgirtî ya alîgira Putin, di sala 2018an têk biribû.

Kremlin dibêje tawanbariyên rijd li dijî Furgal hene ku divê bersiva wan bide.

XS
SM
MD
LG