Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Nêzîkî 150 Kesan Desteser Dike


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Polîsên Rûsî roja Şemiyê di civîna siyasetvanên serbixwe û yên dijber da li Moskowayê nêzîkî 150 kes desteser kirin û ew bi têkilîyên digel "rêxistinek nebaş" tawanbar kirin, komeka çavdêr û televizyonekê got.

Desteserkirin di dema êrîşa li ser helwesta dijî Kremlînê çêbû piştî girtin û zîndankirina sîyasetvanê dijber Alexei Navalny ku meha 11ê zivirîbû Rûsyayê piştî ku ji jehrkirina li Siberyayê çak bûyî.

Civîn, jibo Şemî û Yekşemê hatibû plankirin û kombûna wekîlên şaredarîyê bû yên seranserî welatî, Andrei Pivovarov, organîzatorê çalakîyê û rêvebirê Rûsyaya Vekirî, ku komeka bingehê vê li Brîtanyayê ye û ji alîyê karmendê petrolê yê berê derbider Mikhail Khodorkovsky ve hatîye ava kirin, ji radyoya Echo Moskvy ra got.

Dema ku civînê dest pê kir, polîs ketin avahiyê û dest bi desteserkirina beşdaran kirin û ew birin bo wesayîtên polîsên ku li derve benda wan bûn, dîmenên vîdyoyê yên ji Rain TV û ajansên nûçeyan yên Rûsî nîşa OVD-info da, ku çavdêrîya desteserkirina xwepêşanderên sîyasî û çalakvanan dike, lîsteya pirtirî 150 kesan weşand ku ew dibêje hatine desteser krirn.
"Polîs hat civîna wekîlên şaredarîyê li Moskowayê. Lêre ji seranserî welatî 150 kes hene. Her kes tê desteser kirin. Yanî ez dibêjim, her kes, ” Siyasetvanê opozîsyonê Ilea Yasmin li ser Twitterê nivîsî.
Vladimir Kara-Murza, cîgirê serokê Weqfa Rusyaya Azad, rêxistineka ne- bazirganî li Washingtonê, piştî ku hate desteser kirin wêneyek ji hundurê wesayîta polîsan parve kir.

XS
SM
MD
LG