Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya ji bo Piştgiriya Çalakvaneke Opozisyonê Xwepêşandan Dibin


Xwepêşandaneke Berê
Xwepêşandaneke Berê

Xwepêşander li jimarek bajarên Rûsî derketin ser cadeyan ji bo piştgiriya çalakvaneke opozisyonê.

Anastasya Şevçenko ya ji bajarê Rostov-on-Don ê başûrê welêt, meha borî bû yekem kes ku tê tawanbarkirin li gor yaseya nû ya Rûsya.

Yaseya nû cezayê zîndanê dide ji bo “beşdarbûna di çalakiyên rêxistineke ne cihê razîbûnê de.”

Şevçenko bi rêxistina Open Russia re kar dike, ku rêxistina li derve ye û ji aliyê milyardêr Mîxaîl Xodorkovskî hatiye damezrandin.

Di sala 2015ê de, Rûsya yaseyeka dijî gurûpên ku desthilatdar bawer dikin ew ziyanê digihînin berjewendiyên niştimanî, danî.

Yaseya ku bû cihên gelek rexneyan, wan gurûpan wek gurûpên”ne dawxwzkirî” binav dike.

Kenala tilfizyonî Dozhd îro Yekşemê ragihand ku derdora 100 kes li Moskoyê berşdarî xwepêşandaneke piştgiriya Şevçenkoyê bûn.

Bi dehan kes li San Petersburg û Yekaterinburgê jî derketin xwepêşandanan.

Şevçenko ji derketina ji malê qedexe ye û li benda dadgehkirinê ye.

XS
SM
MD
LG