Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putîn: Rûsya Naşikê Dema Ku Yek Be


Serokê Rûsya îro Şemiyê di boneya vejandina bîranîna 75an a bidawîhatina şerê cîhanî yê duyem de got Rûsya “naşikê” dema ku yek be.

Putîn di axaftineke tilfizyonî de li pêş pertewa serbazê winda ya nêzîkî Krêmlinê got:

“Em dizanin û baweriyeke baş heye ku em têk naçin dema yek bin.”

Xelkê Rûsya vê rojê wek rojeke pîroz a serkeftina dijî Almanya Nazî bi bîr tîne.

Putin di axaftina xwe de bal nekişand ser vîrusa koronayê ku ew neçar hîştibû nîşanada leşkerî ya mezin, ku caran li pêş serkirdeyên cîhanê dikir, jinav bibe.

Wî soz da ku di demeke din de û “bi awayekî guncaw” vê ahengê vejîne.

Putin di vê boneyê de rêzgirtina xwe nîşan da bo kesên di şerê cîhanî yê duyem de jiyana xwe ji dest dayî, ku hejmara wan 27 milyon in.

Wî pesna serbazên dêrîn da û got:

“Wan welat û jiyana nifşên nû parastin, Ewrupa rizgar kir û berevaniya cîhanê kir û şerê jiyanê li dijî mirinê kir. Hevkarî û rijdbûna wan dê ji bo me hetahetayê bimîne nimûne.”

Di merasîmê de refek firok li esmanê Meydana Sor bi dûmana spî û şîn û sor aleya Rûsî kişand.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG