Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ji Bilî Yên ku Hikûmet wan Dixwaze, Pêwîste Hemî Hêzên Biyanî ji Sûriyê Derkevin


Serokê Rûsya Vladimir Putin got pêwîste hemî hêzên biyanî ji Sûriyê dervekin û tenê yên hikûmet dixwaze bimînin.

Putin di dîdarekê de li gel tilfizyona el-Erebiye îro Yekşemê got dive welatên derve hemî hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin, eger hebûna wan bê erêkirina hikûmeta wî welatî be.

Wî got Rûsya ya ku hebûneke leşkerî ya berbiçav û bingeheke esmanî û yek a deryayî li wir heye, wê derkeve eger serok Beşar Esed bixwaze.

Putin di axaftina xwe de bi kurtî Tirkiyê rexne kir li dor operasyona leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê û got divê welatên din jî rêzê li serweriya Sûriyêbigrin.

XS
SM
MD
LG