Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî: Rûsya di Meha Gulanê de Bêhtir Sûrî Şandine Lîbya


Pênc çavkaniyên opozisyona Sûrî got bikaranîna Rûsya mîlîtanên Sûrî di şerê Lîbya de, ji bo piştgirya general Xelîfe Hefter, di meha Gulanê de zêde bû.

Gurûpa leşkerî ya taybet bi navê Wagner, bi çavdêriya artêşa Rûsî, vî karî dike, li gor du çavkaniyên opozisyona Sûrî û çavkaniyeke herêmî. Endamekî berê yê gurûpa Wagner got destpêkirina şandina Sûriyan bo Lîbya di sala 2019an de bû.

Wezareta berevaniya Rûsî û gurûpa Wagner bersivên pirsiyarên ajansa Reuters di vê derbarê de nedan.

Tirkiyê, di heman demê de, dibêje ew piştgiriya leşkerî ji bo aliyê din ê Lîbî, Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî ya ku civaka navnetewî pênasînê pê dike û bingeha wê li Terablosa paytext e, dabîn dike.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan meha Şubatê gotibû ku li gel leşkerên Tirkiyê, şervanên Artêşa Niştimanî ya Sûrî, ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, li Lîbya ne.

Misir û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî, piştgiriya general Xelîfe hefter dikin, ji ber ku ew guman dikin Hikûmeta Lîbî pêwendî li gel rêxistina Biraderên Misilman hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG