Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Ligel Talîbanê Peywendiyên Dîplomatîk Saz Dike


Di mehên dawîyê da, bi kêmî ve çar welatan - Çîn, Pakistan, Rûsya û Turkmenîstanê - dîplomatên Talîbanê destnîşankirî qebûl kirin, herçend wan hemîyan jî qebûl nekirine ku hikûmeta 8 mehî ya li Afganistanê binasin.

Hikûmeta Talîbanê hêşta jî ji aliyê çi welatekî cîhanê ve nahê naskirin, lê Talîbana desthilatdar ya Afganîstanê rêyek ji bo têkbirina tenêmayîna navnetewî peyda kirîye bi vekirina têkiliyên dîplomatîk digel welatên cîran û yên din, bi hêvîya bidestxistina naskirina fermî.


Meha borî, Rûsya bû welatê herî dawî ku têkiliyên dîplomatîk digel Talîbanê danî dema ku Wezareta Derve ya Rusyayê dîplomatê Talîbanê Cemal Nasir Gharwal wek karmendê Afganî li Moskowayê pejirandî.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got: "Em wê yekê wekî gavek ber bi nûvekirina têkiliyên dîplomatîk yên tam dinirxînin."


Her çend Zakharova got ku hêşta zû ye " bo axivtina naskirina fermî ya Talîbanê", ev gav li Washingtonê baş nahê dîtin, ku karbidest nîgeran in ku ew dikare rewabûnek ne heqkirî bide Talîbanê.

Peyvdarekî Wezareta Derve got ku Amerîka û hevalbendên wê gelek nîgeran in "ji ber gavên wê dawîyê yên Talîbanê havêtine di nav wan da sînordarkirina xwendinê û rêwîtiya keç û jinan."


Peyvdarî di bersiva pirseka Dengê Amerîkayê da got: "Niha ne dema havêtina çi gavan e ku pêbaweriyê bidin Talîbanê anjî peywendiyan asayî bikin." "Ev bizav sînyalek xelet dide Talîbanê."

XS
SM
MD
LG