Rûsya îro Sêşemê ragihand ku Ukrayna bi dronan êrîş biriye ser Moskow û dora wê.
Medyaya Rûsî dîyar kir ku li esmanê Moskowê bê kêmî ve 3 dron hatine pûç kirin.
Li gor medyaya Rûsî ew dron heta 30 kîlometreyan (19 mîl) nêzî Kremlînê bûne.
Xêncî wan dronan, li Kaluga ya cîran dronek hatiye dîtin.
Firînên li Moskowê îro Sêşemê jiber dronan çend saetan hatin rawestandin û piştre jinûve destpê kirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova dîyar kir ku Kîevê xwestiye êrîşê bibe ser binesazîya sîvîl.
Zakharova got ku ew vê hewildanê wek çalakîyeke terorê dibînin.
Karbidestên Ukrayna ser nûçeyên di medyaya Rûsî de hîn ti şirove nekirine.
Jêder: AFP