Karbidestên Amerîkî û Ukraynî dibêjin, Seroka Civata Nuneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi serdana Kîevê dike û di kombûnekê da digel Serok Volodymyr Zelensky li paytextê Ukraynayê piştgirîya xwe bo "şerê azadîyê" yê Ukraynayê radigihîne.
Pelosi gote Zelensky, "Em bawer dikin ku armanca serdana me ew e ku em spasiyê ji we bikin bo têkoşîna we azadiyê ... Soza me ew e ku em piştevanê we bin heta ku şer diqete.
Zelensky jî di twîttekê da got: "Spas bo Amerîkayê ku harîkariya parastina serwerî û yekîtiya axa dewleta me diket."
Wî herwiha got "Amerîka di şerê dijî êrîşa Rûsyayê da piştgirîya xurt dide Ukraynayê ".
Serokê Amerîkayê Joe Biden heftîya borî pakêteka mezin ya 33 mîlyar dolaran ji bo çek û piştevanîya Ukraynayê pêşniyar kiribû.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin meha borî serdana Kîevê kiribûn.
Stêrka Hollywoodê Angelina Jolie jî li bajarê Lviv yê li rojavayê Ukraynayê digel koçberên ji bê cihûwar hevdîtin pêkîna û li kafeyekê hate dîtin.
Jolie herwiha serdana zarokên birîndar yên li nexweşxaneyê jî kir û digel xwebexş û dilxwazan axivî. Lîstîkvan Angelina Jolie nûnera taybet ya Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî ye (UNHCR), lê nehat zanîn ka wê bi wî awayî serdana Ukraynayê kiriye an ne.
Peyvdarê Serokatîya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî li Kîevê digel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hevdîtinek pêkîna.
Derbarê naveroka hevdîtina Kalin agahiyên zelal nehatin bidestxistin, lê Enqere ji bo bidawîkirina şerî di navbera Ukrayna û Rûsyayê da navbeynkariyê dike.