Karbidestên Ukrayna dibêjin ku Rûsya soza xwe ya kêmkirina operasyonên leşkerî li paytexta Ukrayna Kîevê û herwiha li bajarê Çernihivê bi cîh nekiriye; dema ku di danûstandinên aştiyê yên di navbera her du welatan da kêm pêşketin hatin ragihandin.
Rûsya jî ragihand ku di danûstandinên aştiyê yên digel Ukrayna de, ti nîşanên serketinê nîne.
Karbidestên xwecihî yên Ukraynayî gotin ku hêzên Rûsî topbarana ser derûdora Kîevê û bajarê Çernihiv ya li bakurê wî welatî didomînin; tevî soza kêmkirina operasyonan li wan hereman wek nîşana dilxwazîyê.
Serokê Amerîka Joe Biden piştî wan geşedanan, roja Çarşemê bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re axifî.
Qesra Sipî di derbarê hevdîtina Biden û Zelenskyy de, di daxuyanîyeke nivîskî de wiha got:
"Her du serokan ser çawanîya xebatên Amerîka yên bo bicîhanîna daxwazên serekî yên alîkarîya bo ewlehîya Ukrayna axifîn. Herwiha, di derbarê xebatên berdevam yên Amerîka digel hevalbend û hevkaran bo destnîşankirina şîyanên zêde bo alîkarîya artêşa Ukrayna da ku welatê xwe biparêze jî axîfîn."
Qesra Sipî hevdem da zanîn Serok Biden Serok Zelenskyy agahdar kirîye ku Amerîka bi nîyaz e ku 500 mîlyon dolaran alîkarîya darayî ya rasterast bide hikûmeta Ukrayna.
Zelinskyy her wiha nîgeranîya xwe dubare kirîye ku Rûsya jibo êrîşên nû li Donbasê leşkeran kom dike.
“Em ji ti kesî û bi ti gotinên şirîn bawer nakin. Li qada şer rewşek e rastîn heye," Zelenskyy got.
Ji alîyê din ve îstixbarata Amerîkî ya ku nû hatiye eşkere kirin, destnîşan dike ku dagirkirina zêdeyî mehekê yali Ukrayna, di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û şêwirmendên wî yên leşkerî yên payebilind de, bûye sedema nakokîyan.
Karbidestekî Amerîkî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike bo Dengê Amerîka piştrast kir ku niha di navbera Putin û wezareta berevanîyê de alozîyên berdewam hene.
Rêvebira ragihandinê ya Qesra Sipî Kate Bedingfield ser wê mijarê bo rojnamevanan agahîyên berfireh da.
"Em bawer dikin ku Putin ji alîyê şêwirmendên xwe ve, ser rewşa xirab ya leşkerî ya Rûsya û ser zarara ku aborîya Rûsya jiber ambargoyan dibîne, xelet tê agahdar kirin; jiber ku şêwirmendên wî yên payebilind pir ditirsin ku rastiyê ji wî re bêjin," Bedingfield got.
Bedingfield bi berdewamî anî ziman ku jiber vê yekê, her diçe zelaltir dibe ku şerê Putin xeletîyeke stratejîk e, ya ku di demek dirêj de wê Rûsya qelstir bike û wê di asta cîhanê her ku biçe tenê bihêle.