Rûsya û Ukrayna roja Yekşemê 50 leşkerên dîl ji her aliyekî bi hev guhertin di rêkeftinekê de ku herdu alîyan jî bi xêrhatina wê kir, tevî ku li rojhilata Ukraynayê şer berdewam e.
Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku 50 leşkerên Rûsî yên vegeriyayî dê ji bo çareserkirina pizîşkî û derûnî bo Moskoyê bên şandin.
Wezaretê di daxuyaniyekê de got, "Di 8ê Çile de, di encama danûstandinan de, 50 serbazên Rûsî, yên ku di dema dîlgirtinê de di nav metirsiya mirinê de bûn, ji axa di bin kontrola rêjîma Kîev de, hatin vegerandin."
Ukraynayê ji aliyê xwe ve ev agahî piştrast kir û got Rûsyayê di çarçoweya heman peymanê de 50 leşkerên Ukraynayê serbest berdan.
Serokê Ofîsa Seroktiya Ukraynayê Andriy Yermak li ser Twitterê got: "bi hev guhertineke din a serketî ya girtiyên şer. 50 leşkerên Ukraynayê vegeriyan. Wê berdewam bike. Divê em hemû gelê xwe bînin malê û em li ser vê yekê ne."
Yermak dîmenên leşkerên Ukraynayê yên ku hatine azadkirin li nêzîkî otobuseke ku ew ê lê siwar bibin, kîsikên xwarinê di destê wan de ne û vîdyoyek ku wan sirûda neteweyî ya Ukraynayê distrê, weşand.
Çavkanî: Reuters